Şerê di navbera artêşa hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de berdewam e

Li Idlibê, çeteyên dewleta Tirk bi mûşekan deverên Artêşa hikûmeta Şamê, kirin armanc.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, çeteyên dewleta Tirk li Cebel El-Zawiyê deverên artêşa hikûmeta Şamê, da ber mûşekan.

Hêzên hikûmetê jî, duh deverên çeteyan ên li Sehl El-Xab û Cebel El-Zawiyê, armanc kiribûn.

Derbarê ziyanên van êrîşan de, agahş nehatin parvekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 32 maşîneyên lerşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din heman çavkaniyê diyar kir ku, artêşa Tirk 32 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer Losîn re, ber bi gundewarên Idlibê ve şandiin.

Ji destpêka ragihandina agirbesta 5 Adarê û heya niha, 7 hezar û 827 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk, derbasî Idlibê bûne.

Back to top button