SOHR: 40 leşker û çekdar ên hikumeta Şamê li Dêrazorê û Bûkemalê hatin kuştin

Di encama êrîşên balafirên şer yên Îsraîlê li ser deverên leşkerî yên li Dêra Zorê herî kêm 40 leşkerên hikumeta Şamê û alîgerên wê hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku vê sibehê ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser rojhilatê Sûrî, herî kêm 9 leşkerên hikumeta Şamê û 31 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn.

Balafirên Îsraîlî embarên çekan û deverin leşkerî bi zêdeyî 18 mûşekan, yên li derdorê Dêrazorê û li bejahiya Bûkemalê ya li ser sînorê Îraqê, kirin armanc.

Çavdêriyê da zanîn ku embarên çekan jî hatin wêrankirin.

Ajansa xwe ya nûçeyan hikumeta Şamê SANA jî ev êrîş piştrast kir, lê behsa ti ziyanên madî û canî nekir.

Back to top button