Ji bo salvegera 7. a damezrandina Rêveberiya Xweser li Amûdê hate pîrozkirin

Bi boneya 7. a demezrandina Rêveberiya Xweser, merasîmek li Amûdê hat lidarxistin.

Di merasîmê de, Hevserokê Encûmena Cibicîkar ya Herêma Cizîrê Telet Yunis diyar kir ku tevî hemû zextan, rêveberî karî ku xwe ser bingeha Netewa Demokratîk ser lingan bihêle.

Îro 7 sal di ser damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê re derbas dibe.

Bi vê boneyê, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li hola Beylesan a li bajarê Amûdê salvegera damezrandina xwe pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de bi dehan ji nûnerê saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, QSD û kesayetên ser bi xwe amede bûn.

Pîrozbahî bi sirûda Ey Reqîb û kêliyek rêzgirtin ser giyanên pakrewanan dest pê kir.

Piştre axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser û beşdaran hatin kirin.

Telet Yunis: Tevî hemû zextan, rêveberî karî xwe ser lingan bihêle

Di axaftinan de hat diyarkirin ku di dema ku DAŞ’ê û hevalbendên xwe êrîşî herêmê dikir bersiva gelê herêmê ji Kurd, Ereb û Siryana ew bû ku Rêveberiya Xweser ragihîne.

Hevserokê Encûmena Cibicîkar ya Herêma Cizîrê Telet Yunis diyar kir ku tevî hemû zext, astengî û siyasetên derve yên li dijî Rêveberiya Xweser, rêveberî karî ku xwe li ser bingeha Netewa Demokratîk heta roja îro ser lingan bihêle.

Back to top button