Li paytexta Hindistanê, li ber sefaretxaneya Îsraîlê teqînek çêbû, ziyan li gelek wesayîtan bûn.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsana ve hatî dayîn, derdora saet 17:00 êvarî li gorî saeta herêmî, li Nû Delhî li ber sefaretxaneya Îsraîlê teqînek çêbûye.
Taxa ku teqîn lê çêbûye ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Di encama teqînê de camên 3 wesayîtên li derdor rawestayîn hatin şikandin.
Li gorî dezgehên ragihandinê yê Hindistanê, li nêzî 2 kîlometreyan ji cihê teqînê, serokomarê Hindistanê Ram Nath Kovind civînek bi serokwezîr Narendra Modi û berpirsên hikûmetê re pêk dianî.
Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Supramniam Jay Shankar ragihand ku mijar di lêkolînê de ye û wê hemû derfetên xwe ji bo girtina sûcdaran bi kar bînin.
Berpirsên Îsraîlî jî gotin ku welatê wan vê êrîşê weke êrîşeke terorîst dibîne.