Dema 50 salî bû, çû peymangeha Kurdî û niha jî mamoste ye

Leyla Gemo di 50 salîya xwe de dest bi xwendina bi zimanê Kurdî kir, peymangeha Kurdî bi serkeftî qedand û niha jî mamosteye. Leyla got: ”Ez hêvî dikim ku tevahî jin xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.

Hezkirina zimanê Kurdî di temenê 50 salî de Leyla ber bi peymangeha Kurdî ve dibe.

Leyla Gemo a ku li taxa Miftî ya bajarê Hesekê dijî, ji bo pêşketina zimanê xwe di nava hewl danan de ye.

Leyla du salan xwend û piştra bû mamosteya zimanê Kurdî.

Leyla Gemo bi van gotinan qala çîroka têkoşîna xwe dike.

Hezkirina wê ji Zimanê Kurdî re, ew ber bi peymangehê ve bir

Leyla diyar kir ku ji ber wê di temenek mezin de dest bi peymangehê kir, rastî gelek zor û zehmetiyan hat, lê dîsa jî bi israr xwe xwendina xwe dewam kir.

Leyla Gemo di dawiyê de hêvî kir ku tevahî jin xwedî li zimanê xwe derkevin, ziman dewlemen bikin û biparêzin..

Back to top button