Geir Pederson: Ji bo dewamkirina danûstandinan divê rêbazê nîqaşê were guhertin

Nûnerê Tayîbet yê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pederson di derbarê encamê gera pêncemîn a civîna ”Komîteya Destûrî” de axivî. 

Geir Pederson ragihand ku gera 5. a cinêvê bêhêvî bi dawî bû.

Pederson piştraskir ku ji bo berdewamkirina danûstandina gera cinêvê divê rêbazê nîqaşê were guhertin.

Geir Pederson diyar kir ku wî bi her du serokên beşdar re nîşqaş kir û banga tevkariyeke zêdetir li wan kir.

Her wiha daxuya kirin ku ew ê di demeke nêzî dike wê biçe Şamê da ku van mijaran û çawaniya pêkanîna biryarên 2254 gotûbêj bikin.

Pedersen eşkere kir ku ew ê bi Rûs, Îran, Tirk û Ereb, Ewropa û rêveberiya nû ya Amerîkayê re bicive.

Komîteyê ji Cotmeha 2019 an ve û heta niha gera xwe ya pêncmîn li darxist.

Ev Komîteya Destûrî ji 45 endaman pêt tê. du nûnerên hikumetê, opezesiyonê û civaka sivîl hewil didin sererastkirina vê destûra nû ya hilbijartinan ku NY serperştiya wê bikin.

Back to top button