Zextên Îranê di rojeva Parlamenta Swêdê de ye

Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh girtina 70 jin û parêzvanên mafên mirovan û qetilkirina kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê xiste rojeva Parlamenta Swêdê.

Zextên Îranê yên li ser Kurdan, jinan û parêzvanên mafên mirovan timî di rojeva Parlamenta Swêdê de ye.

Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh 28’ê mehê pêşnûmepirsek pêşkêş kir û ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwest, ku ji bo berdana girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê zextê li rejîma Îranê bike.

Hefteya derbasbûyî di dema nirxandina pêşnûmeyê de li Parlamentê di navbera Kakabaveh û Ann Lînde de nîqaşê rû da.

Ann Lînde îdîa kir ku ew girtinên li Îranê û binpêkirinên mafên mirovan timî dixin rojevê.

Amîneh jî xwest ku ji bo berdana girtiyan, hikumeta Swêdê helwesteke hîn yekgirtî û bi biryar nîşan bide.

Amîneh roja Înê jî pêşnûme pirseke nû pêşkêşî parlamentê kir û girtina 70 parêzvanên mafên mirovan û kuştina kolberan li Rojhilat xiste rojevê.

Amîneh Kakabeveh der barê mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Îran û Tirkiye, hurmetê nîşanî mafên mirovan nadin û destnîşan kir ku her du dewlet li dijî gelê Kurd, karker, kedkaran e.

Amîneh Kakabaveh: Îran û Tirkiye li dijî Kurdan û parêzvanên mafên mirovan hevkariyê dikin

Amîneh diyar kir ku Îran kesên ku ji bo parastina mafên jinan, mafên mirovan û hawirdorê têdikoşin weke ‘terorîst’ sûcdar dike û got,

“Îran û Tirkiye li dijî Kurdan û parêzvanên mafên mirovan hevkariyê dikin

Li her du welatan jî dîktatorî heye. Hurmetê nîşanî mafên mirovan û jinan nadin. Her du welat li dijî gelan xwedî heman rojevê ne.

Jinên ku li mafên xwe digerin, xwendekar û hawirdorparêzan weke terorîst sûcdar dikin.

Li gorî nêrîna wan, yên ku ji bo mafên xwe têdikoşin terorîst in.”

Back to top button