“Komployê rêyeke nû ya berxwedanê ji gelên azadîxwaz re vekir”

Bi rasthatina salvegera 22’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan Koodînasyona Kongreya Star bi hevkariya PYD’ê civîneke girseyî li Kobanê li dar xist.

Civînek li navenda Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi tevlîbûna bi dehan şênî pêk hat..

Kesên di civînê de axivîn weha gotin:

Komplo di şexsê rêber Abdullah Ocalan de dest pê kiriye hîn jî li hemû herêmên Kurdistanê dewam dike, isbata vê yekê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demgorafîk a bi armanca qirkirina gelê Kurd, qirkirina çandî û etnîkî ye.

Komplo ne tenê li dijî rêbertî ye, di heman demê de li dijî hemû gelê bindest e û gelên ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Kompolya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rihê berxwedanê yê li cem gelê Kurd zindî kir, rêbertî deriyê azadî û berxwedanê vekir.

Civîn bi sloganan bi dawî bû.

Back to top button