Kurd û dostên wan li Ewropa û Ermenistanê komplo şermezar kir

Li derveyî welat jî tecrîd û komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan hat şermezarkirin. Li Fransa, Almanya, Îtalya, Avustralya, Rûsya û Ermenistanê, Kurdistaniyan bi çalakiyên cuda komploya şermezar kirin. Meşa dirêj a ji bajarê Neû-Munster heta Kîela Almanyayê ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatî lidarxistin, bi mitîngekê bi dawî bû.

Meşa dirêja ku nêzî 70 kes tevlîbûyî doh ji bajarê Neû-Munsterê destpê kirîbû, îro li Kîelê bi mitîngekê bi dawî bû.

Meşa ku di çarçoveya “Dem hatiye, ji Ocalan re azadî” de, beşeke meşa dirêj a îro di saetên sibehê ji semta Hambûrger Chaûsse ya Kîelê bi dirûşm û tilîliyan dest pê kir.

Di mitîngê de nûnerê FED-DEM’ê Îmam Semsûr got,

Şert û zehmetî çi bibe bila bibe, ev gel li dora Rêbertiya xwe kom bûye û azadiya wî dixwaze.

Kurdên Ermenîstanê yên li navenda Elegez a Êrîvanê jî bi daxuyaniyek komplo şermezar kirin.

ji herdu dimenan betayek 30 sanî çêbike

Back to top button