HPG: Her cure êrîş dê bi ruhê fedayî yê Apocî bên bersivandin

Konseya Fermandariyê ya Giştî ya HPG’ê civîna xwe ya salane li dar xist.
HPG’ê diyar kir ku ewê li dijî her cure êrişên li dijî hêzên wan û gel, li ser bingeha ruhê fedayî yê Apocî bersivê bidin.
HPG’ê da zanîn ji bo ku sala têkoşînê ya 2021’an bibe sala serketinê perspektîfa hewce hatiye danîn û plansazî hatiye kirin.

Konseya Fermandariyê ya Giştî a HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku civîna salane ya asayî pêk aniye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Me Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya asayî ya salê di navbeyna 18-26’ê Çile de pêk anî.

Di civînê de perspektîfa hewce hatiye danîn, taktîka serdemê hatiye diyarkirin û di vê çarçoveyê de plansaziya sala 2021’an hatiye kirin.”

Konseya Fermandariya HPG’ê diyar kir ku li dijî êrişên hegemonîk û mêtinger yên modernîteya kapîtalîst, xeta şer û têkoşînê ya serdema nû ya gerîlayên modernîteya demokratîk danine holê.

Konseya Fermandariya HPG’ê got:

“Emê her cûre êrişên li ser gelê me û hêzên me bi ruhê fedayî yê Apocî bibersivînin.”

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê dazanîn ku hevkariya hin hêzê kurd bi dewlea Tirk re jî nîqaşkirine.

Fermandariyê bang li hêzên kurd yên ku bi dewleta Tirk re tevdigerin kir ku bi yekîti û diyalogê ew dikarin pirsgirên xwe çareser bikin.

Fermandariyê dazanîn ku di civîna xwe de tekane pîvana serkeftinê weke têkbirina Komploya Navneteweyî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo diyar kirine û biryar hatiye girtin ku li ser van esasan nêzîkatî li peywiran were kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di dawiya civînê de peyama serkeftinê da.

Back to top button