10 kes, li Nêjîryayê li ser destê çeteyên Boko Heram hatin kuştin.
Li bajarê Maîdgorî yê ku dikeve bakur- rojhilatê Nêjîryayê çeteyên Boko Heram bi hawinan êrîşî bajêr kir.
Di vê êrîşê de, taxên sivîlan bûn armanc û tê de 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî hatin birîndarkirin û rewşa hin birîndaran giran e.
Li gorî bîlançoyên NY, ji ber êrîşên terorîst ên çeteyên Boko Heram ku ji dehên salan ve tên kirin, zêdeyî 36 hezar sivîl hatine kuştin û bi mliyonan hatine koçkirin.