Dagirkeran 2 sivîl ji navçeya Raco û Şiyê revandin

Çeteyên dewleta Tirk piştî revandina 13 sivîlan ji gundê Basûtê, ji navçeyên Şiyê û Raco jî 2 sivîl revandin.

Li navenda Efrînê, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Mihemed Soran ê 42 yê ji gundê Meydan Ekbez ê navçeya Raco revand.

21’ê Sibatê, çeteyan ji bo standina pereyan, ew sivîl revandibû.

Beriya sê hefteyan jî, çeteyan ciwanê bi navê Beşar Umer Bekir ê ji gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê revand.

Li gorî Rêxistinê, ciwanê 18 salî li bajarê Ezazê hat revandin û heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî diyar kir, ku dagirkeran ji destpêka vê mehê de, di nav de zarokek û 10 jin, 65 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandine.

Back to top button