Li dijî zextên Îsraîlê 442 parlementerên Ewropa bertek nîşan dan

Ji ber ku Îsraîl Şerîaya Rojava ‘ya bi awayekî zelal bi ser xaka xwe ve dike’ 442 parlementerên Ewropayê nerazîbûn nîşan dan û li dijberî mêtingeriya li ser axa Filîstînê banga hewldanan kir.

Ji 20 welatên Ewropayê nêzî 442 parlementer û senator nameyeke hevpar ji wezîrên karên derve yên welatên Ewropayê re nivîsandin.

Di nameyê de hate diyarkirin ku ‘tevî vîrusa corona, herî zêde di çar salên dawîn de mal û avahiyên gelê Filîstînê hatine hilweşandin.”

Artêşa Îsraîlê ji sala 1967’an û vir ve Şerîaya Rojava û Qudisa Rojhilat dagir dike.

Li van deran bi qasi 3,1 milyon Filîstînî û 675 hezar Îsraîlî dijîn.

Ev koloniyên Îsrailiyan di hiqûqê de wekî derqanûnî tê qebûlkirin.

Di salên dawîn de polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û tevî piştgiriya Donald Trûmp mêtingeriya Îsraîlê zêde bûbû.

Parlementerên Ewropayê bal kişandin ser serdema Joe Biden û gotin,

Destpêkirina serokatiya Bîden, ji bo tevgerê firsendeke baş e.

Back to top button