Gundê Hoşeriyê yê Minbicê bi hawinan hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe dîsa xaka herêmê da ber topan û bajarê Minbicê kir armanc.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şeva Dûşemê, artêşa Tirk a dagirker û hovên xwe, gundên bajêr topbaran kirin.

Dagirkeran, ji baregeha xwe yê li gundê Qîratê yê bakurê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê li bakur-rojhilatê bajêr bi hawinan kir armanca êrîşan.

Back to top button