MSD’ê ji bo wefata ronakbîr û mûxalifê Sûrî Hesan Ebas bi peyamekê, sersaxî ji malbat, hevrê û hezkiriyên wî re xwest.
MSD’ê ji bo wefata ronakbîr û mûxalifê Sûrî Hesan Ebas peyama sersaxiyê weşand û xemgîniya xwe anî zimên.
MSD’ê diyar kir ku bi koça Ebas a dawî, tevahî Sûriyan payeyeke mezin ku rêz ji hemû nasnameyên Sûriyê re digirt, winda kir.
MSD’ê anî ziman ku kesayeta Ebas kesayetekî têkoşer e û ji bo rêgeza welatiya rasteqîn, li welat têdikoşiya.
6’ê Adarê ronakbîr û mûxalifê Sûrî Hesan Ebas, di 66 saliya xwe de, li bajarê Dubey ê Îmaratê bi penceşêrê wefat kir.