Biden di 8’ê Adarê de du generalên jin di fermandariya leşkerî de bicih kir

Serokê DYA`yê Joe Biden di Roja Jinan a Cîhanê de du generalên jin di fermandariyên leşkerî de erkdar kir.

Joe Biden generala hêzên hawayî Jacqueline D. Van Ovost di fermandariya veguhastina lojstîk Transcom erkdar kir ku di artêşê de jina yekemîn e ku bilindtirîn payeya bi 4 stêrkan girtiye.

Biden generala bi sê stêrkan Laura Richardson di fermandariya leşkerî ya başûr Southcom erkdar kir.

Her wiha bi bîr xist ku ev general dema dest bi erka xwe bike dê stêrka çaremîn bi dest bixe.

Ger Senatoya Amerîkayê vê erkdarkirinê erê bike, dê her du jî bibin duyemîn û sêyemîn jinên di dîroka DYA`yê ku mîna van erkan bi dest dixin.

Biden di xîtaba xwe de ya li Senatoyê bi beşdariya her du generalan got:

Îro Roja Jinan a Cîhanê ye û divê em destkeftiyên her duyan jî teqdîr bikin.

Back to top button