YE: Ger pêvajoya aştiyê destpê neke YE cezayan li ser hikumeta Şamê ranake

Yekitiya Ewropayê diyar kir ku heta pêvajoya siyasî dest pê neke, ewê dev ji pêkanîna cezayên li dijî hikumeta Şamê bernade.

Komîserê Karên Derve û Siyasetên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de ya têkildarî aloziya leşkerî û siyasî ya li Sûriyê axivî.

Josep Borrell da zanîn ku YE beriya destpêkirina pêvajoya siyasî, dev ji pêkanîna cezayên li ser Sûriyê bernade.

Borrell got:

Divê em ji nûnerê navneteweyî Geir Pedersen re piştrast bikin ku em piştgiriya çareseriya siyasî ya bi biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY 2254 dikin.

Pêvajoya siyasî divê bi biryardayîneke nû û pêkanîna hilbijartinên azad re bidome.

Borrell anî ziman ku pêwiste zext dewam bikin û ev tişt anî ziman:

Beriya pêkanîna pêvajoya siyasî, normalîzekirina têkiliyan, rakirina cezayan û destekdayîna ji nû ve avakirinê, ne pêkan e.

Back to top button