Ji navçeya Raco û Biliblê du sivîl hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Raco û Bilblê du sivîl revandin.

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku 26’ê Adarê çeteyan şêniyê bi navê Hisên Henan Reşîd ê 59 salî yê ji gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco revand.

23’ê Adarê jî, çeteyan bi ser gundê Qergulê yê Bilbilê girt û şêniyê bi navê Esed Ehmed Henan revand.

Li gorî malperê, piştî Esed ji Helebê vegerî gundê xwe, çeteyan ew revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

201 sivîl ji destpêka vê salê ji Efrînê hatin revandin

Her weha Navenda belgekirina Binpêkirinan li bakurê Sûriyê jî eşkere kir ku ji destpêka vê salê dagirkeran 201 sivîl ji Efrînê revandin.

Li navçeyên Mabata û Şera zêdeyî 130 darên zeytûnê hatin birîn

Li aliyekî din, çeteyan ji bo bazarganiya êzingan li navçeya Mabata 55 darên zeytûnê yên şêniyên bi navê Ebdrehman Mistefa û Mihemed Mistefa Elî birîn.

Li navçeya Şera jî çeteyan 76 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Memo yê ji gundê Çema birîn.

Back to top button