Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê vê êvarê gundê Hoşan û rêya M4 topbaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 û gundê Hoşan ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.
Gundê Hoşan ê 6 km dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsa, rêya M4 û Xwaringeha Seqir hatin topbarankirin.
Derbarê ziyanên madî û mirovî ti agahiyên piştrast nehatin bidestxistin.
Hêzên hikûmeta Şamê û artêşa Tirk û çeteyên wê pev çûn
Li gundewarê Eyn Îsayê jî di navbera hêzên hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer rû da.
Her du aliyan nuqteyên hev bi hawnan topbaran kirin.
Derbarê zirarên her du aliyan jî ti agahî nehatin bidestxistin.