Tirkiye jimareke çeteyên xwe bo pevguhartinê veguhast Terablusê

Dewleta Tirkî ya dagirker jimareke çeteyên xwe ji baregeha Wetiyayê veguhast paytexta Lîbî Terablusê. Hikûmeta Lîbî ya veguhêz jî, di çarçoveya nepêwîstiyê de tevahî biryarên piştî dîroka dana baweriyê, betal kirin.

Dewleta Tirkî ya dagirker tevî hebûna peymana Cinêvê ya agirbest û kişandina leşker û çeteyan, bi her awayî bo mêtina xêr û bêrê di nava hewldanan de ye ku hebûna xwe li Lîbyayê dirêj bike.

Li gorî agahiyan, zêdeyî 120 çeteyên Enqereyê yên Sûrî, bi basan ji baregeha Wetiyayê ji bo Terablusê hatin veguhastin.

Tirkiye vê yekê di çarçoveya pevguhartina grupên çeteyan de pêk tîne.

Tevî bangên derxistina çete û hêzên biyanî, li baregeha Wetiyayê hê jî hebûna leşkerên Tirk hemdemî geştên heftane yên veguhastina çete, çek û cebilxaneyê, berdewam e.

Tirkiye bi hiştina leşker û çeteyên xwe, hewl dide ku tewereya sererastkirin û pêvajoya çareserkirina aloziya Lîbyayê têk bibe.

Jixwe wezareta parastinê ya Tirkî berî çend rojan wêneyên perwerdekirina çeteyan li Terablusê, bi par ve kiribûn.

Ev perwerdekirin, li gorî angaştên Enqereyê, di çarçoveya lihevkirina digel hikûmeta Wîfaqê ya berê de ne.

Hikûmeta Lîbî hemû biryarên piştî dana baweriyê betal kirin

Li aliyekî din, hikûmeta Lîbî ya veguhêz, hemû biyar û rêkarên demkî yên ku hikûmeta Wîfaq û ya demkî piştî 10 Adarê dîroka bidestxistina baweriya parlamenê, der kiribûn, betal kirin.

Ev betalkirin, hemû erkdarkirinên ku her du hikûmetan pêk anîbûn, digire nava xwe.

Back to top button