Nûrî Mehmûd: Opersrasyonên Ewlehiyê têra bidawîkirina vê metirsiyê nakin

Berdevkê YPG’ê Nûrî diyar kir ku ji bo dawî li pirsgirêka DAIŞê ya li kampê were, pêwîstî bi qonaxên zêdetir heye.
Nûrî Mehmûd bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û dawî li xetereya li ser kampê bîne.

Duh qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Asayîşê 28ê Adarê li kampa Holê dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Di operasyonê de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin, ji wan 15 jin in û 20 jî berpirsên şaneyan û bûyerên kuştinê yên li kampê ne.

Her wiha di operasyona lêgerînê de pêdiviyên leşkerî û radarên eleketronîk ên ji bo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

Derbarê rêveçûna opersyonê de, Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Ajansa ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku operasyonên ewlehiyê têra bidawîkirina vê xetereyê nakin .

Nûrî Mehmûd da zanîn ku operasyona tedbîreke demkî ye, da ku hinekî sûcên ku di demên dawî de li kampê çêdibûn, sivik bibin û diyar kir ku ji bo dawî li pirsgirêka DAIŞê ya li kampê were, pêwîstî bi qonaxên zêdetir heye.

Nûrî Mehmûd: Divê civaka navnetewî bi erka xwe rabe

Berdevkê YPGê da zanîn ku qonaxa yekemîn a opresyonê bi dawî bû, dê di demên pêş de dest bi qonaxên din bikin, lewra ji cîhan û civaka naveteweyî xwest ku bi awayekî cidî, qanûnî û exlaqî nêzîkî vê mijara Kampa Holê bibin û dawî li li xetereya li ser kampê bîne..

Nûrî Mehmûd balkişan li ser dagehên ku ji aliyê malbatên DAIŞ’ê hatine avakirin kir û anî ziman ku di pêvajoya 3 mehên destpêka vê salê de zêdeyî 47 kes bi çek û alavên tûj kuştine.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd piştrast kir ku ji bo tunekirina vê xetereyê divê her dewletek welatiyên xwe yên DAIŞî bibe û darizîne.

Back to top button