Sibe 4’ê nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Bi vê boneyê Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratî, Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê, Rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Bi boneya 4’ê nîsanê rojbûna Rêber Apo, gelek rêxstin û partîiyan daxuyanî dan û ev roj li gelê Kurd û tavahiya mirovahiyê pîroz kirin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Ebdullah Ocalan li mirovahiyê û gelê Kurdistanê pîroz kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan greva Îmraliyê veguherand kaniya berxwedan û têkoşînê û îsbat kiriye ku çareserkirina hemû pirsgirêk, alozî û rageşiyên li herêmê li Îmraliyê dest pê dike.
TEV-DEM’ê bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî tecrîdê jî şermezar kir û bang li tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiquqî û civaka sivîl kir ji bo azadkirina rêber Apo bikevin nava tevgerê.
PYD: Rojbûna rêbertî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja vejînê ye
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî rojbûna Rêber Apo li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û weke roja vejînê bi nav kir.
PYD`ê diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo hemû kesên daxwaza azadî û jiyaneke birûmet dikin re bûye dibistanek û ji bo vê jî gel vê rojê pîroz dike û weke rojbûna xwe dibîne.
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê: 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd roja vejînê ye
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li zindanên dewleta Tirk jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî da û rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
Girtiyan diyar kir ku ew ê komploya navneteweyî bişkînin û di sala 2021’ê de hemû pêngavên wan wê li ser bingehê azadiya Rêber Apo be.
Girtiyan anî ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd wateya vejînê.
Girtiyan di dewama daxuyaniya xwe de wiha gotin:
“Qonaxa ku gelê me gihiştiyê qonaxeke ku hebûna xwe pêş xistiye lê azadiya wî di xeteriyê de ye. Tecrîda li ser Rêber Apo mînaka vê ye herî şênber û xeternak e.”
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bang li gel û bi taybet li jin û ciwanan kir ku li dijî faşîzmê bibin yek û berxwedana xwe bilind bikin.
KODAR: Fikir û ramanên Rêber Apo avakerê hîmekî nû ya partîbûnê bû
Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
KODAR’ê diyar kir ku fikir û ramanên Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistanê avakerê hîmekî nû ya partîbûnê bû û karîbû qalibên kevneşopî ên partîgerayî bişkîne.
KODAR’ê bang li gelê Kurd û bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi tevlîbûna xwe ya di nava pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ erkên xwe yên netewî û mirovî pêk bînin.