Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 4 kes bi Coronayê mirin û 319 kes jî pê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 4 kes ji ber vîrûsa Coronayê mirin û 319 kes jî pêketin. Qedexeya giştî ya ku li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatibû ragihandin, îro ket meryetê.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê diyar kir ku eger gel li gorî tedbîrên heye tev negere, wê rewş gelekî xerab bibe.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku li herêmê 4 kes ji ber vîrûsê mirin û 319 kes jî pêketin.

Desteyê her wiha ragihand ku 4 kes jî ji vîrûsê baş bûne..

Heta niha li herêmê 12 hezar û 756 kes bi Coronayê ketine, ji wan 432 mirine û hezar û 382 jî baş bûne.

Dr. Ciwan Mistefa: Rewşa herêmê ber bi xeteriyeke mezin ve diçe

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa ji televîzyona me Ronahî re eşkere kir dibe ku jimara pêketiyên Corona rojane bigihêje bi hezaran.

Dr.Ciwan destnîşan kir, eger gel li gorî tedbîrên heye tev negere, wê rewş gelekî xerab bibe.

Qedexeya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket meriyetê

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê jî Rêveberiya Xweser li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûrî qedexeya giştî ragihand.

Vê sibê biryara qedexeya giştî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser kete meriyetê.

Biryar ji bo dikanên frotina madeyên xwarinê, nexweşxane, dezgehên çapemeniyê, firin û stasyonên sotemeniyê ne-derbasdar e.

Qedexeya giştî dê 10 rojan bidome.

Back to top button