Çalakiya Kona li Almanya bi mîtîngekê qediya

Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 14’ê Nîsanê li Almanya hatibû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya kon a Federasyona Med û YJK-E NRW’ê lidar xistî û AGÎF’ê jî destek dayê ku li Katedrala Domê pêk hatibû duh bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakî bi tevlîbûna gelek hunermendan saet di saet 15:00’an de destpêkir û di saet 19:00’an de bidawî bû.

Di çalakiyê siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan axivî.

Lezgîn Botan diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî şertên giran ê tecrîdê di serî de ji bo hemû civakî têdikoşe, li ber xwe dide.

Botan destnîşan kir ku eger gelê Kurdistanê azad bibe, wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bibe û got: “Ji ber ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e.”

Botan bang li siyaset û civaka Almanya jî kir, gelê Kurdistanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kir, hikûmeta Tirk destek da DAÎŞ’ê ji bo wê ye ku divê dewleta Almanya desteka xwe ya dide hikûmeta Tirk vekişîne.

Back to top button