Li gundewarên Helebê, çeteyek dewleta Tirk hat kuştin

Li gundewarên Helebê, li ser destê hêzên hikumeta Şamê çeteyek dewleta Tirk hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê bi gianî êrîşî nuqteyeke çeteyên Tirkiyê a li bajarê Daret Eze a li gundewarên Helebê kir û di vê êrîşê de, çeteyek hat kuştin.

Navenda Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên Şamê deverên çeteyan yên li eniyên Cebel El-Zawiyê yê Idlib û Cebel El-Ekrad yê Laziqiyê jî da ber topan.

Jixwe, şer û pevçûnên her du aliyên navborî li bajarokên Sifûhin, Filêfil, El-Fitêra û Benîn yên Idlibê bi awayekî rojana li dar in.

Back to top button