Ev 4 roj in çarenûsa Nayif Elî Hesen ê ji Dêrikê ne diyar e

Nayîf Elî Hesen ê ji Dêrikê ku ji aliyê Asayîşka PDK’ê ve hatî girtin heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Nayif Elî Hesen ku weke Ebû Xabûr jî tê naskirin, 21’ê Nîsanê bi hinceta ku alîgirê Rêveberiya Xweser e û bavê şehîdekî ye ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate girtin..

Piştî ku Nayif Elî Hesen li deriyê Pêşxabûr hate girtin, hate zanîn ku Asayîşa PDK’ê ew birine Dihokê.

Heta niha gelek hewldan hatin kirin da ku serdana wî were kirin, lê Asayîşa Dihokê destûr neda.

Bi vê yekê, ev 4 rojin ku çarenûsa Nayîf Elî Hesen ne diyar e û malbata wî tu agahî li ser nizane.

Back to top button