Îro di saet10 ‘an de, agirbesta di navbera hêzên Asayîşê û çeteyên Dîfa El-Wetenî hatibû ragihandin qediye, bêdengiyek li taxa Tey heye.
Nûçegihanê me ragihand ku agirbesta ku ji duh heta vê sibehê saet 10’an di navbera hêzên Asayîşê û çeteyên Dîfa El-Wetenî hatibû ragihand qedeya lê heta niha bêdengiyek li taxê heye.
Ajansa nûçeyan Hawarê ragihand ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî dibistanên Fadil Ebdulezîz Hesen û Ibn Sîna yên li taxa Tey veguherandin navendên leşkerî û ji wir ji êrîşî endamên hêzên Asayîşê û sivîlan dikir.
Jixwe li gorî qanûnên navneteweyî dibistan ji avahiyên sivîl in, nabe ji bo xebatên leşkerî werin bikaranîn.
Heman ajansê diyar kiribû ku çeteyên Dîfa El-Wetenî ji duh êvarê de, hêzên xwe yên leşkerî ji gundê El-Demxiya Mezin ê li başûrê rojavayê Qamişlo, li nêzî Dibistana Ebas Elawî û xezanê avê yê taxa Teyî kom kirine.