Konseya Ewlekariyê hilbijartinên Sûriyê red kir

Li gel girtina deriyê namzetiyê ji aliyê parlamena hikumeta Şamê ve, endamên Rojavayî di Meclisa Ewlekariyê ya NY de, hilbijartinên Serokatiya Sûrî yên 26’ê Gulanê, red kirin. Pedersen jî ev hilbijartin paşguh kir.

Endamên Rojavayî di Meclisa Ewlekariyê ya Navdewletî ya NY de, ku DYA, Fransa û Brîtanya serkêşiya wan dikin, hilbijartinên Serokatiya Sûrî yên 26’ê Gulanê, red kirin.

Balyozê Fransayê yê NY Nicolas de Riviere, duh di rûniştina mehane ya li Konseya Ewlekariyê de got:

”Fransa wê encamên hilbijartinên Sûrî nas neke.’

Ev hilbijartin wê bêyî serperştiya navnetewî be, tenê wê di bin şopandina rejîma Esed de pêk bê, ev jî ne li gorî biryara 2254 e.”

Nûnera Amerîka Linda Thomas-Greenfield jî bi heman helwestê diyar kir ku binketina destûra nû ya Sûrî, ispata wê ye ku hilbijartina 26’ê Gulanê wê sexte bin, lewra ew bi van hilbijartinan nayên xapandin..

Her wiha Nûnera Brîtanyayê Sonia Fare destnîşan kir ku, di rewşeke wiha de ku şertên ewle û bêalî nînin, tim tirs heye û bi milyonan mirov hewceyî gezek nan in, ev şert rewatiya siyasî nadin hilbijartinê, ev jî biçûkirina gelê Sûriyê ye.

Hin endamên din ên welatên YE heman helwest raber kir û anî ziman ku divê hilbijartina li Sûriyê di bin banê NY de pêk werin, opozîsyona Sûrî û yên derve jî tevlî bibin.

Balyozê Estonya Sven Jurgenson jî got:

”Ji bilî vê her tişt wê weke kelevajiyeke nû were qebûlkirin.”

Nûnerê Rûsyayê Vasily Nebenzya mixabiniya xwe der barê van nêrînên neyînî anî ziman û destwerdana li karê navxwe yê Sûriyê red kir.

Geir Pedersen hilbijartinên Sûriyê paşguh kir

Ji aliyê xwe ve, nûnerê NY bo Sûriyê Geir Pedersen hilbijartinên Serokatiya Sûriyê paşguh kir û berî niha ragihandibû ku NY beşdarî van hilbijartinan nabe.

Duh, Parlemena hikûmeta Şamê piştî 51 nemzet di nav de Esed, derî li ber namzetiyê girt.

Lidarxistina van hilbijartina di wextekê de tê ku Sûriyê aloziyek aborî ji destpêka şer de dijî û bi cezayên Amerîka re rû bi rû dimîne.

Back to top button