Navenda belgekirinê: ji bestpêka vê salê 228 Efrînî hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û hoviya li dijî sivîlan didomin.
Navenda belgekirina binpêkirinan a li bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka vê salê û heya niha 228 sivîl hatine revandin.
Her wiha di nav çar mehên dewî de jî dagirkeran 16 jin revandin.

Her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrîniyan zêde dibin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Şûriya ragihand ku ji destpêka vê salê ya 2021’an dagirkeriya Tirk û çeteyên wî 228 sivîl li Efrînê revandine.

Di van çar mehên dawî de 16 jin li Efrînê hatin revandin

Di nav çar mehên dawî de jî navendê navê 16 jinên ku çeteyên Tirkiyê ji Efrînê revandine belgekirin.

Li gorî navendê meha Çileya borî, pênc jin hatin revandin, çeteyan:

3’ê Çileyê, jinek û du zarokên wê yên ji gundê Keferdelê yê Cindirêsê revandin.

Heman rojê, li bajarê Efrînê bi ser malbetek ji gundê Keferşîlê girt di nav de jina bi navê Fatme Mehmud a 50 salî û keça wê Eliye Ednan Cemo ya 13 salî revandin.

12’ê Çileyê, çeteyan ji gundê Hisê jina bi navê Leyle Mehmud Cefer revand.

15’ê Çileyê, çeteyan li bendeke kontrilê yê li taxa Mehmudiyê ya bajarê Efrînê du keçên bi navê Emel Reşîd Fetihî ya 16 salî û Şêrîn Rifet Birîmo revandin.

23’ê Çileyê, çeteyan li navenda Cindirêsê jina astnegdar a bi navê Xalîde Hisên Henan revandin. 1

Meha Sibata borî jî, 7 jin hatin revandin, çeteyan:

2’ê Sibatê, li gundê Kefersefrê yê Cindirêsê jina bi navê Birîvan Şahîn a 33 salî dayîka pênç zarojkan revand.

5’ê Sibatê li bajarê Efrînê jina bi navê Xalîde Xelîl hat revandin.

15’ê Sibatê çeteyan jina bi navê Hêvîn Bekir Mûsa ya 30 salî ya ji navçeya Raco revand.

23’ê Sibatê, ji gundê Basûtê yê Efrînê çeteyan 4 jin bi navê Hêlan Betal Xidir a 28 salî, Hêva Qasim, Emîne Qasim 60 salî û Sozan Betal Xidir a 25 salî revandin.

Her wiha, di meha Adar û Nîsanê Borî de 2 jin hatin revandin, çeteyan:

16’ê Adarê, li ser rêya Xezewiyê û Cindirêsê jina bi navê Kîbar Mihemed Hesen a ji navçeya Mabata revand.

4’ê Nîsanê çeteyan jina bi navê Newal Enwer Nesan yê ji gundê Meydana yê navçeya Reco revand.

Back to top button