HPG: Gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyên bi bandor li dar xist

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê didin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê artêşa Tirk a dagirker ji ber derbên gerîla rojane windahiyên mezin dide. Artêşa dagirker a ku têk diçe gazên jehrî bikar tîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23 yê Nîsanê ve êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dike.

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” de gerîla bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê didin.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal, 7’ê Gulanê bi awayekî bi bandor li dagirkerên li Girê Zendûra ya Herêma Metîna dan.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de jî ev agahî parve kir,

“7’ê Gulanê li Girê Şehîd Mûnzûr û devera Aris-Faris yê Herêma Avaşîn hêzên gerîla bi awayekî bi bandor li dagirkeran dan.

Dagirkerên ku bi berxwedana bi lehengî ya hêzên me nekarîn encamekê bistînin, 8’ê Gulanê xaza jehrî bikaranîn.”

HPG’ê diyar di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ de jî 6’ê Gulanê gerîlayên YJA Starê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, bi rengekî bandor li dagirkeran dan.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn êrîşên artêşa Tirk ya dagirker ên hewayî yên li dijî qadên gerîla jî dewam dikin.

HPG’ê diyar kir roja 7 û 8’ê Gulanê herêmên Zap û Metîna bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin di van êrîşan de ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

Back to top button