KCK: Cejna îsal ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad bikin hêz

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û banga piştgiriya bi malbatên şehîdan re kir. TEV-DEM’ê jî cejn pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya avakirina aşitiyê û li herêmê ewlehî misoger bibe.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê cejna Remezanê li hemû misilmanan pîroz kir û da zanîn ku di vê serdemê de têkoşîna demokrasiyê, ji bo civata Misilman bi qasî îbadetê wezîfeyeke pîroz e.

KCK’ê hêvî kir ku cejna Remezanê ji bo civata Îslamê û tevahiya mirovahiyê bibe wesîleya aştî, aramî û tenduristiyê û got:

“Bila cejna îsal ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û azad bibe hêz.

Divê Misilman, têkoşîna demokrasiya exlaqî û mirovî bike û bigihêje nirxên demokratîk ên ku nûnertiya wê dike.

Em bang li hemû misilmanan dikin ku yekîtiya demokratîk xurt bikin û ji bo avakirina jiyaneke azad, divê têkoşîna xwe geştir bikin.”

KCK: Divê em hîn bêhtir li şehîdên xwe xwedî derkevin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê anî ziman ku di vê cejnê de divê ew hîn bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin, bi xwedîderketina li bîranînên wan ew bersivê bidin êrîşên dijmin ê faşîst û qirker.

TEV-DEM: Em hêvî dikin li herêmê aramî û ewlehî misoger bibe

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî, cejna Remezanê li tevahiya gelê Sûriyê, civaka îslamî, malbatên şehîdan, birîndarên şer û şervanên li eniyan pîroz kir.

TEV-DEM’ê hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya avakirina rihê aştî û lêborandinê, her wiha tevahiya pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane çareser bibin û bigihêjin aştiyê û li herêmê aramî û ewlehî misoger bibe.

Back to top button