Dayikên gerîla yên navçeya Dirbêsiyê destekdayîna bi malbata Şenyaşar re eşkere kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku hesab ji sûcdaran were xwestin û edalet ji bo malbata Şenyaşar pêk were.
Di 14`ê Hezîrana 2018’an de endamên AKP`ê li navçeya Sirûcê ya girêdayî bajarê Riha yê Bakur Kurdistanê komkujî li dijî malbata Şenyaşar pêk anî û 4 kes ji malbatê kuştin.
Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kiribûn.
Têkildarî mijarê, dayikên gerîlayên HPG`ê yên li navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re axivîn.
Dayikan kirinên dewleta Tirk ên li dijî malbata Şenyaşar şermezar kirin û banga hesabxwestina ji sûcdaran kirin.
Dayika bi navê Remziye Remedan daxuyakirin ku ev hovîtî ji dewleta Tirk a faşîst ne dûr e, me gelek bûyerên bi vî awayî dîtin.
Dayikên gerîla: Em destekê didin malbata Şenyaşar
Dayika bi navê Sîham Elî da zanîn ji ber zarokê malbata Şenyaşar kurdin AKP`ê dixwaze bi hemû şêwazan Kurdan qir bike.
Cîhan Derwîş sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyên Kurd li Tirkiyê şermezar kir.



