Vîrûsa Corona..Rapora Zanyaran: Pêgirtina li pêşiya pandemî gengaz bû

Saziya zanyarên serbixwe yên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ew ji bo lêkolînkirina jêdera vîrûsa Corona erkdar kiribûn rapora xwe eşkere kirin.

Zanyaran got: Dikarîba rê li ber belavbûna vîrûsê ya li seranserê cîhanê hatiban girtin. Zanyaran ji ber Rêxsitina Tenduristiya Cihanê di ragihandina tevdîr û hişyariyan de kêm maye, ew rexne kir.

Belavbûna vîrûsa corona û sedemê wê heta niha ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ve ne hatiye zelalkirin.

Rêxsitinê ji bo vê yekê jî saziyeke zanyarên serbixwe avakir û ji bo naskirinê jî şand Wuhana Çînê.

Piştî lêkolînên dirêj zanyaran rapora xwe ya ku amadekirîn doh li Cenevê eşkere irin.

Zanyaran diyar kirin ku vîrûsa ku li gerdûnê di asta kurewî de ye û giha asta pandemî dikariya pêşî lê were girtin.

Di vê çarçoveyê de, hate gotin rêxistinê dikarî bi aweyekî leztir hişyariya heyî ragihandiba.

Hevseroka Saziya Zanyaran Ellen Johnson Sirleaf anî ziman ku li pêşberî vîrûsê, hevcudakirin, neamadeyî û ji krîzê re bertekek lewaz hate nîşandan.

Li gorî zanyaran ev hemû neyîniyên ku derketine weke “Çernobila sedsala 21.”an hate pênasekirin û rê li ber krîza mirovî vekir.

Saziya ku ji 13 zanyar cihê xwe têde digrin, ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatibû avakirin.

Zanyaran bi qasî 8 mehan lêkolînên xwe yên derbarê vîrûs û derketina wê de pêk anîn.

Rêxistina Tenduristiyê ji roja derketina vîrûsê û heta niha her tim bi nepêkanîna erkê xwe tê tewambarkirin.

Ev rexne piştî rapora zanyaran jî hîn zêdetir cihê xwe girt ku rêxistin di warê hişyariyê de dereng maye.

Beşek ji xalên sereke yên di rapora zanyaran de cih digre wiha ne.

Hemûr xalên zincîra amadekarî û destwerdanê lewaz bû.

Ji bo amadekariyê biqasî pêwist nedihat finansekirin.

Sîstema hişyariyê pir lewaz bû.

WHO hêza xwe nexist meryetê.

Bi vî awayî di destwerdanê de rê li ber newekheviyê vekir.

Zanyaran da xuyakirin ku niha aramnca sereke derxistina çavkaniya Covid-19 û dawî anîna li mirinan e.

Herî dawî zanyarn di rapora xwe de balkişandin li ser newekheviya di derzîkirina li dijî vîrûsê de û got:

Barê li ser milê mirovahiyê nayê rakirin.

Back to top button