Şervanê QSD’ê Ebdulmecîd Ebas li Dirbêsiyê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê, îro cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulmecîd Ebas li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê, oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Ebdulmecîd Ebas bi nasnav Cûdî Dirbêsiyê di 27’ê Hezîranê de li Dêra Zorê şehîd bû.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ebdulmecîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û birin goristana şehîd Rustem Cûdî.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Sûriya Demokratîk hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

Back to top button