Bedran Çiyakurd: Eger pirsgirêka Kurd û Filistînê çareser nebe, wê aramî jî nebe

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiyakurd, teqez kir ku doza gelê Filistînê tiştekî nayê înkarkirin û ew xwedî mafê rewa ye ku têkoşînê bike û xwestekên xwe bi cih bîne. 

Çiyakurd ji televîzyona RT re diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû awayên şer ku zirarê digihîne sivîlan, red dike û bang li hemû aliyên şer dike ku li gorî qanûnên navdewletî tev bigerin û li maseya danûstandinan vegerin.

Cîgirê hevserkatiyê daxuyakirin ku divê şer weke kaxezeke siyasî neyê bikaranîn û got:

“Hin hêz durû ne û berjewendiyên xwe didin pêş, di serî de Tirkiye; ku hem xwe dilêşê gelê Filistînê nîşan dide, hem jî têkiliyên xwe yên stratejîk bi Îsraîlê re hene.”

Bedran Çiyakurd anî ziman ku doza Filistînî û ya Kurdî li Rojhilata Navîn dozine sereke ne û eger ti çare ji wan re neyê dîtin, wê herêm ti carî aram nebe.

Back to top button