Ragihandina Navenda Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan 2 çeteyên DAIŞ’ê di navbera sînorê Iraq û Sûrî de girtin.
Navendê diyar kir ku hêzên wan piştî ku agahî girtin çeteyên DAIŞ’ê wê sînorê Iraq û Sûrî derbasbibin operasyonek pêkanîne.
Di encam operasyonê de 2 çeteyên xetertirîn hatin girtin, ji wan çeteyan yek berpisrê mayînkirinê li bajarê El -Behcacê bû, yê din jî di êrîşa li ser navenda leşkerên Elmomî ya bajarê Rabîa yê de cih girtiye.