​​​​​​​Meşa dirêj a ciwanan gihişt Girkê Legê

Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan gihişt navçeya Girkê Legê û ji aliyê şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.

Roja şemiyê di seatên sibehê de bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, meşek dirêj ji aliyê ciwanan ve hate destpêkirin.

Bi sedan ciwanên şoreşger, jinên ciwan û xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî meşa dirêj bûne.

Meş bi slogana “Bi ciwanên bûne baz, ber bi serkeftina zagrosan ve” ji bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi bajarê Dêrikê ve dewam dike.

Duh di seatên êvarî de ciwan gihiştin navçeya Girkê Legê; meşvan ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazîkirin û ciwanan şeva xwe lê derbas kir.

Meş îro jî di roja sêyemîn de ber bi bajarê Dêrikê ve wê bi rê bikeve..

Back to top button