Welatiyên Germiyan careke din berxwedana gerîla silav kir

Welatiyên Germiyan berxwedana gerîla silav kirin û bêdengiya hêzên navxeyî ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk şeremzar kirin. Welatiyan bang li gelê Kurd, bi taybet jî hunermendan kir daku bi berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê re bibin yek.

Pêla nerazîbûnê ya dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Welatiyên Germiyan berxwedana gerîla silav kirin û bêdengiya hêzên navxweyî ya dijî dagirkeriya Tirk şeremzar kirin.

Welatiyan bang li gelê Kurd, bi taybet jî hunermendan kir ku bi berxwedana gerîla re bibin yek.

HDP’ê bang li Mesud Barzanî kir ku ji bo yekîtiya netewî pêşengtiyê bike

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li ser êrîşên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek çapemeniyê da.

Nûnertiya HDP’ê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku weke dema Efrînê dijî Tirkiyê xwedî helwest bin.

Tara Hisên: Divê hêzên Kurd ji bo parastinê eniyekê ava bikin

Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

Tara Hisên got ku di navbera welatparêzî û dagirkeriyê de ti kes nikare bêje ez bêalî me û daxwaz ji hêzên kurd kir ku eniyeke parastinê ya hevpar ava bikin.

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Li her derê bikevin nav seferberiya neteweyî

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi daxuyaniyeke niviskî bang li hemû jinên Kurd kir ku rastî û xeterîya mezin a li ser welat bibînin û li her derê bikevin nav seferberiya neteweyî.

Komîsyona Jinan a KNK’ê bang li hemû partiyên siyasî û rexistinên Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Back to top button