Lava Xelîfe: Projeya mobîlya Star sûdeke baş li jinan dike

Salek û sê meh e Aboriya Jin a bajarê Qamişlo projeya kargeh û firoşgeha mobilya û dekerasyona Star ava kiriye. Endama Komîteya Aboriya Jin Lava Xelîfe diyar dike ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku jin bikaribin aboriya xwe bi xwe bi rêve bibin. 

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi ruhê pêşengiyê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin, yek ji wan Aboriya Jinê ye.

Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star bi projeyên nû aboriya xwe bi rêve dibe.

Jinan projeyên mîna çandinî, bazirganî, pîşesazî û xwedîkirina sewalan ava kirin û di van karan de pêşengî kirin.

Li bajarê Qamişlo Aboriya Jinê gelek proje ji bo jinan ava kirin û sûdek baş li jinan dikin.

Yek ji wan projeyan, projeya kargeh û firoşgeha mobîlya û dekorasyona Star e ku ev salek û sê meh e hatiye avakirin.

Girêdayî kar û xebata mobîlya û dekorasyona star, Endama Komîteya Aborî ya Jinê Lava Xelîfe nirxandin kir.

Lava Xelîfe diyar kir ku aboriya jinê bi projiyên nû feydeyên mezin li jinan dike û wiha got:

Lava behse amûrên ku çêdikin û di firoşgehê de difroşin û destnîşan kir ku Firoşgeh ji 9’ê sibehê heta 7’ê êvarê vekiriye û ji bo gel û jinan xizmetê dike.

Back to top button