Ji bo “Montro” 84 efserên Tirk tên darizandin

Bi tawana rexnekirina siyasetên serokê AKP’ê Erdogan, dozgeriya Tirkiyê careke din li dijî efserên malnişîn lêpirsîn da destpêkirin.

Dozgeriya Tirkiyê ku di bin sîwana AKP’ê de, li dijî 84 efserên deryayî yên malnişîn û xwedî paya Admêral doz vekir.

Tawana ku bi van efseran ve hatiye girêdan jî “pêkanîna sûcekî li dijî ewlekariya dewletê û pergala destûrê” ye.

Li gorî ragihandina AKP, destê van 84 efseran di îmzekirina daxuyaniya li dijî siyasetên Erdogan ên derbarê hevpeymana “Montro”yê de heye.

Ev hevpeyman ji beriya 85 salan ve hatiye îmzekirin.

Herî dawî û ji bo berjewndiyên xwe, Erdogan projeya bi navê “veqetandina Kanala Stenbolê” dabû destpêkirin.

Ev yek ji aliyê efserên deryayî yên malnişîn ve rast nerazîbûnê hatibû û bi projeya “dînîtiyê” hatibû pênasekirin.

Back to top button