Li Silêmaniyê bi komxebatekê pirsgirêkên jinan tê nîqaşkirin

Nivîsgeha Bîr û Hişyarî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê li Silêmaniyê bi komxebatekê mijarên jinan û rola jinan a di warê fikirî û siyasî de nîqaş dike.

Nivîsgeha Bîr û Hişyarî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê li Silêmaniyê bi komxebatekê mijara rola jinan di warê fikirî û siyasî de nîqaş dike.

Gelek jin û siyasetmendar di panêlê de amade bûne.

Panêl bi navnîşana ‘Di warê fikir û siyaseta cuda de pirsgirêka jinê’ pêk tê.

Berpirsa Navenda Lêkolînê ya PDK’ê Çinar Seid îşaret bi nêrîna partiyên nas-yonalîst kir û diyar kir ku her tim jin di rewşên cuda de li Başûrê Kurdistanê rol û cihê wan hebû, bi taybet di xebata çiya û hevkariya wan bi pêşmergeyan re.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka KurdistanêT ara Hisên jî bal kişand li ser fikrê sosyalîst û çepgiran a têkildarî jinan û got:

Li gorî me çareserkirina vê pirsgirêkê xwerêveberiya demokratîke. Di hemû karên siyasî de jin pêşbaziya demokrasiyê dikin.

Lê, heta niha negihîşte wê astê ku divê jin pêşengiya guhertinan bike.

Tara diyar kir ku heta niha li başûrê Kurdistanê, statûya jinan nayê qebûl kirin û anî ziman dema ku jinek dibe endamê şandeyekê tenê şikliye û ji bo bêjin em demokratîne.

Her wiha Dilvîn Ebdulqadir jî mijarek bi navê ezmûna hikûmraniyê pêşkêş kir û tê de qala ezmûna Rojevayê Kurdistanê kir û got:

Li Rojevayê Kurdistanê bi awayekî wekhev jin û mêr tevlî xebatên siyasî dibin.

Lê li Başûrê Kurdistanê ji bo jinan tenê ji sedê 30 kota hatiye diyarkirin.

Wê komxebat heta saetên êvarî dewam bike.

Back to top button