Şîmal Guneş: Jin û ciwanên Kurd li dijî êrîşan berxwedaneke dîrokî raber dikin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir ku qadên têkoşînê ne tenê çiya ne û got:
Her kes li her gund, tax û bajarî divê bersivê bide dijmin. Her wiha bang li jinên li başûrê Kurdistanê jî kir ku rabin ser piyan. 

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Şîmal Ulkem destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê li dijî artêşa Tirk a faşîst şer dike ku yek ji artêşên herî mezin ên NATO’yê ye.

Şîmal Guneş: Jin wê ti carî hevkariya PDK bi dewleta Tirk re qebûl neke

Şîmal Guneş bal kişand ser amadekariya şer a PDK’ê ya li dijî PKK’ê û helwesta wê ya ku xwe daniye ber dewleta Tirk û destnîşan kir ku ev helwesta şaş wê ti carî ji aliyê jinan ve neyê qebûlkirin.

Şîmal Guneş: Jinên Li Başûrê Kurdistanê divê rabin ser piyan

Şîmal li dijî vê yekê bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku rabin ser piyan, xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkevin.

Şîmal Guneş: Li her deverê em dikarin derbên giran li dijmin bixin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş anî ziman çawa ku balafirên şer û keşfê yên Tirk ji bajarên Êlih û Amedê radibin û xaka me bombe dikin, xwezaya me talan dikin û xwîna Kurdistaniyan dirijînin, em jî dikarin li van deveran derbê li dijmin bixin.

Back to top button