Li Qamişlo Mîhrîcan 7’an a Kurteçîroka Kurdî bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Komîteya nirxandinê ya ku ji nivîskar, rexnegir û nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, kurteçîrok nirxandin û 3 kurteçîrokên herî baş hatin xelatkrin.
Xelata yekemîn ji Nivîskarê ji bajarê Efrînê Merwan Berkat li ser kurteçîroka binavê “Gulfiroş” hat dayîn, nivîskar Kerem Tokogul û nivîskar Lema Elî xelata duyemîn wergirtin û nivîskar Qado Şêrîn xelata sêymîn wergirt.
Yekitiya Nivîksarên Kurd li Sûriyê kesê xelata yekemîn wergirtî, milyon û 500 hezar lîreya Sûriyê wek diyarî da û yên xelata duyemîn wergirtine yek milyon lîreya Sûrî da û xelata sêyemîn jî 500 hezar lîreya Sûriyê da.
Merwan Berekat ê ku xelata yekemîn a mîhrîcana îsal wergirtiye got: “Xelata xwe diyarî koçberên Efrînê yên di kampan de dikim.