Li Idlibê her diçe şer gur dibe, di topbarana Hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên dewleta Tirk yên li başûrê Idlibê de 7 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên hikumeta Şamê çiyayê Zawiyê ya başûrê Idlibê topbaran kir.
hat diyar kirin di encama topbaranan de, 7 kes di nav de jinek û 3 zarok jiyana xwe ji dest dan.
Hat gotin balafirên şer ên Rûsyayê jî 3 êriş li dijî bajarokê Barê ya çiyayê Zawiyê ya Idlibê pêk anîn.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, Balafirên şer ên Rûsyayê derdorî nuqteyeke çavdêriyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker bobebaran kir.
Welatiyên gundewarê Idilbê li dijî artêşa Tirk xwepêşandan lidarxist
Îro jî, welatiyên gund û bajarokên çiyayê Zawiyê xwepêşandan li dijî hêzên artêşa Tirk ên bi dehan nuqteyên xwe li herêmê belav kirine, kirin.