Di çarçoveya pêngava, “Dem Dema Azadiyê ye” de, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partîya Heremên Demokratîk (DBP) li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi gel re civîyan.
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk bal kişande li ser tecrîda li ser Rêber Apo û got, “Zilma herî mezin îro li Girtîgeha Îmraliyê didome. Tecrîda li Îmraliyê li hemû welat belav bûye.”
Berdan Ozturk derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî got, “Yên li bakur dijmintiya Kurdan dikin li başûr nabin dostên we.”
Xebatên pêngava Dem Dema Azadîyê ye, li welat û derveyî welat bê navber dewam dikin.
Îro jî, di çarçoveya pêngavê de Kongreya Civaka Demokratîk û Partîya Heremên Demokratîk li navçeya Wêranşar a Rihayê bi gel re civîyan.
Di civînê de Parlementerên HDP’ê, dayîkên aştîyê û gelek kesên din amade bûn.
Di civînê de despêkê hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, rewşa heremê û tecrîda li Îmralîyê axivî.
Ozturk dîyar kir ku pergala dewletê li ser ji holê rakirina Kurdan hatîye avakirin û got: ”Li her çar perçeyên Kurdistanê sîyaseta qirkirinê tê meşandin. Nîşaneya wê ya nêz jî qebulkirin û dirêjkirina tezkereya şer ya ji bo Sûrîyê û Iraqê ye.”
Ozturk destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo kûrtir bûye û wiha dewam kir:
”Tecrîda li Îmralîyê belavî hemû welat bûye. Kes nikare tu pirsgirêkeki bîne ziman. Zilma herî mezin îro li Îmralîyê tê meşandin.
Dixwazin dengê li Îmralîyê kêm bikin û ew naxwazin fikrên Ocalan yên ji bo rojhilata navîn weke alternatîf, belav bibin.”
Bedran Ozturk bal kişande ser bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê dewleta tirk ve li hember gerîllayan jî û wiha got:
”Li Başûr bi çekên kîmyewî sûcê şer tê kirin. Ne tenê dewleta tirk, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî di vê mijarê de berpirsyarin.
Seddam jî di wextê xwe de xwest Kurdan ji holê rake. Eger îro hişmendîyeke ji ya Saddam qirêjtir hebe, ew jî ya Erdogan û Bahçelîye.”
Em hemû ji bo yekitîya netewî amade ne, yê ne amade PDk ye
Ozturk herî dawî qala helwesta PDK’ê jî kir û wiha got: ”PDK îro xeletîyên mezin dike. yên li Bakur komkujîyê pêk tînin, nabin dostên wan.
Em jî, gelê me jî baş dizanin ku armancên PDK’ê ne ji bo azadîya gelê Kurd, ji bo dewlemendî û berjewendîyên malbatî û eşirtîne.
Çawa dibe ku PDK ji kesên ku ji Seddam xirabtirin dibêje dostên me ne.
Em hemû ji bo yekitîya netewî amade ne, yê ne amade PDK’ ye.
Eger PDK di van nebaşîyan de israr bike, dê ew jî biqede.”



