Tevî aciziya Amerîkayê, herî dawî Hindistanê sîstema parastinê ya S-400 kirî. Hindistanê beşa yekem ya S-400 a Rûsî li eyaleta Pencap bicih kir.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, di çarçoveya hevkariya parastina hewayî ya Rûsya û Hîndîstanê de, yekem bataryayên pergalên S-400 hatin bicihkirin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Hêza Hewayî ya Hindistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bataryayên S-400î yên li eyaleta Pencabê ya Hindistanê hatine bicihkirin.
Ev mûşek wê hêza parastina hewayî ya welêt zêde bike.
Hat diyarkirin ku pergala parastina hewayî ya S-400 a li Pencabê hatiye bicihkirin.
Berpirsekî ku navê wî nehat eşkerekirin jî got, pergalên yekem ên hatine bicîh kirin dikarin dikarin ji heqê êrişek ya Çîn û Pakistanê ve were, derbikevin.
2015’an di navbera her du welatan de peymana kirîna pergalên mûşekî hatibû îmzekirin.
2018’an peymaneka bi bihayê 4,5 milyar dolarî jî hatibû temamkirin.