Li Til Temirê mayînek teqiya, jineke 24 salî birîndar bû

Berî du se’etan li gundê Til Fîda فيضة yê navçeya Til Temirê teqînk pêk hat.
Jinek di encamê de birîndar bû. 

Teqîn derdora se’et 11’an li nêzî gundê Til Fîda yê başûrê navçeya Til Temir çêbû.

Ajansa ANHAyê ragihand ” Mayin bi erebeyeke sivîl ve teqiya û di encamê de jinek birîndar bû.”

Jina birîndar, Necwa Abdulhemîd El-Nasir û 24 salî ye.

Necwa ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê.

Berî du rojan jî, li Taxa Xiwêran a bjarê Hesekê jî teqînelk pêk hat.

Di wê teqînê de jî, du kes birîndar bûbûn.

Back to top button