Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist

Duh, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê li bajarê Amudê bi hemû deste û saziyên xwe ve, civîna xwe ya salê li dar xist. Meclisê di civînê de, xebatên salê nirxandin, ji bo sala nû plansazî danî û biryarên girîng girtin.

Roja Sêşemê ango duh, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist..

Di civînê de xebat û projeyên sala 2021’an hatin nirxandin, kêmanî hatin ziman û astengî hatin nîqaşkirin…

Ji bo temamkirina projeyên kêmmayî, peydakirina pisporiya di warê rêvebirinê de û her wiha derbaskirina astengî û pirsgirêkan, gelek biryar hatin girtin..

Di nava van biryaran de, plansaziya sala nû jî hat nîqaşkirin û encamname hat derxistin:

Ji biryaran û plansaziya sala nû wiha ne:

Aktîvkirina Komînan û beşdarbûna hemû endaman jê re.

Hemû endamên rêveberiyê tevlî dewreyên perwerdê û semînerên pisporiya kar bibin..

Serjimarî giştî di hemû aliyan de pêk were.

Ji bo Çandiniyê, sewaldariyê û pêşesaziya herêmî destek were dayîn û hemû pêwistiyan peyda bikin.

Deste û komîte civînê gel çêbikin, raporên salê parve bikin, projeyên sala pêş pêşkeşî wan bikin û nêrînên gel bigrin.

Hemû pêwistiyên di warê Tendirûstî, Perwerde, Xizmetê û bi taybet li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê peyda bikin..

Beşekî mezin ji bûdçeya salê ji bo başkirina elektirîkê, avê, kanalizasyonê û, xizmeta giştî û çêkirina riyan were veqetandin..

Herêmên kesk bi riya projeyên ekolojîk li hemû herêma Cizîrê were zêdekirin..

Rola çavdêrî û şopandinê li hemû saziyên rêveberiyê were aktîvkirin..

Xurtkirina şopandina sûkan û dîsa dermanan bi riya komîteyên Temwînê..

Sererastkirina dibistanan û vekirina peymangeh û fakulteyên nû li gorî pêwistiyan.

Avakirina bajarên pêşesaziyê li gorî pêwistiya herêmê.

 

Back to top button