Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da û anî ziman ew ê ji bo pêkanîna hesreta Desmont û doza wî têkoşînê mezin bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyamek sersaxiyê da.
KCK’ê di peyama xwe de go:
“Me bi xemgînî nûçeya wefata aktorê girîng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê û dostê Kurdan Papaz Desmont Tûtû bihîst.
Li ser navê gelê Kurd û Rêber Apo em sersaxiyê ji malbat, hemû dostên wî û gelê Afrîkaya Başûr re dixwazin.”
KCK’ê anî ziman “Desmont Tûtû ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd li Ewropa û hemû cîhanê piştgirî da û bi piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan da.”
KCK’ê di peyama xwe de xwest hesreta wî ya demokrasî, azadî û biratiya gelan li hemû cîhanê serwer bibe.
Û dawiya peyamê jî soz da ew ê di vî alî de rola dikeve ser milê wan, bilîzin.