Careke din bultene xwe bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê dest pê dikin.
Doh dîsa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Zirganê topbaran kir.
Doh derengiya şevê artêşa Tirk gundên Rebîat û Til Werd ên rojavayê Zirganê topbaran kir.
Piştî vê êrişê, gundê Koliyê, Til Ebod, Xidrawî, Dada Ebdal, Metmora û Xirbet Şiîr û navenda Ziragnê jî da ber topan.
Topbaran heya derengiya şevê berdewam bû …
Ev demeke dewleta tirk a qirker êrişî herêmê dike.
Kesê dibin qurbanê van êrişan jî sivîlin.
Qaşo Rûsya hêzeke gerantore li herêmê ye lê tu helwest heya niha nîşan nedaye.